Rukiye Mistefa
BasNews - Li Çemê Tshopo yê li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê keştiyek noqî avê bû. Hat ragehandin ji ber barê giran ew keştî noqî avê bûye û di bûyerê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 19 kes jî winda bûne.
Cîgirê parêzgerê eyaleta Tshopo Maurice Abiku Sakapela ragehand, keştiya ku ji Kisanganî ve diçû bo Basoko ji ber bargiraniyê noqî avê bûye û di bûyerê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û xebatên lêgerîna 19 kesên winda jî berdewam dike.