Diyarî Ehmed
BasNews – Biryar bû rojên çarşem û pêncşem ên vê heftiyê duyem festîvala navnetewî ya kurtefîlmên sînemayê ya Kerkûkê birêve biçe, lê festîval bo demekî nediyar hat paşxistin û serokê festîvalê jî sedemên wê aşkera kir.
Îro 12.01.2021ê serokê festîvalê Serdar Zengene ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryar bû rojên 13 ê 14ê vê mehê ango sibe û dusibe li salona Navenda Rewşenbîriya Kerkûkê duyem festîvala kurtefîlmên sînemayê ya Kerkûkê birêve çûba, lê ji nişkawa duh biryar hate dayîn salona Navenda Rewşenbîriya Kerkûkê bo demekî nediyar hatiye daxistin û ti çalakiyek tê de nayê kirin. Ez nikarim ti axaftinekî li ser vê yekê bikim ku ew navend çima û ji aliyê kî ve hate daxistin. Lê bi rastî derbeyekî mezin li me ket, ji ber wê jî me îro biryar da ku festîvalê bo demekî nediyar bipaş bixin.’’
Herwaha got: ‘’Me hemû amadekariyek kiribû bo festîvalê û gelek pare jî me xerc kir û me gelek hunermend vexwandin, lê naha ew navend hatiye daxistin û me jî bi naçarî festîval paşxist. Ev duyem care ev festîval tê paşxistin, berî naha jî ji ber biryara şaneya krîzên Kerkûkê ku biryar dabûn kombûn û çalakî hemû bên rawestandin û vê carê jî ji ber daxistina vê navendê me paşxist û vê yekê em gelek nîgeran kirin.’’