Rukiye Mistefa
BasNews - Li bajarê Yekaterniburg a Rûsyayê di avahiyekî de şewat derket û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya wezareta rewşên lezgîn a Rûsyayê ragehandiye, li bajarê Yekaterinburg a Rûsyayê di avahiyeke 8 tebeq de şewat derketiyê.
Şewata ku di tebeqeya duyem de derket bû sedem ku zarokek û 7 kesên din jiyana xwe ji dest bidin.
Hat ragehandin rûniştvanên wê avahiyê hatin derxistin û şewat jî hate kontrol kirin.
Derbarê sedemê şewatê de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn, lê lêpirsîn destpê kiriye.