Rukiye Mistefa
BasNews - Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de pevçûnek derket û yek jê polîs, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên ewlehiyê Meksîkayê ragehandin, ji eyalatên herî zêde bûyerên tundiyê lê heyî yek jê eyaleta Guanajuato ye û li abajarê Santa Rosa de Lima ya ser bi wê eyaletê nêzîkî gundekî wê agahiya hebûna kesên çekdar geheşt me û li ser wê agahiyê polîsê eyaletê çû wê deverê û li hember yekîneyên parastina netewî ji kamyon û pîkaban bi çekên giran gule hatin barandin.
Herwaha rayedarên ewlehiyê ragehandin di wê pevçûnê de polîsek gule lê ketiye û dema rakirine nexwaşxanê jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragehadin di wê pevçûnê de 5 çekdar hatine kuştin. Piştre jî hêzên din ên piştevaniyê hatine deverê û careke din pevçûneke duyem derketiye.
Piştî wê pevçûnê termê 4 kesên din ên bi çek hatine kuştin hatine dîtin.
Li gor rayedaran ragehandiye di wan wesayîtan de lêgerîn hatine kirin û 10 çekên segvaniyê, 14 bombeyên dest û 30 molotof hatine bidest xistin.