BasNews – Endamekî rêveberiya YNKê ragehand ku ewê ku dijatiya bicîhanîna yasaya çaksaziyê bike gendele û pêngavên birîna mûçeyên neyasayî jî wek pêngavekî baş pênase dike.
Di heyama borî de hikûmeta herêma Kurdistanê zincîreyek pêngav di çarçoveya bicîhanîna yasaya çaksazîyê avêtin ku beşek ji wan peyvendiyan bi bîrîna mûçeyên neyasayî û beşek din jî peyvendiya wan bi rêxistin kirina bacê ve hebûn.
Endamê rêveberiya YNKê Hacî Mesîfî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bicîhanîna yasaya çaksaziyê pêngaveke başe û bi hemû awayekî jî em piştevaniyê li birîna mûçeyên neyasayî dikin. Ji ber çaksazî li hemû waran de giring û pêwîste û nabe ji ber vê krîza çêbûye xelkekî zêde mûçeyên neyasayî wergirin. Bû guman em demeke vê li berçav re derbas dikin ku du mûçe û sê mûçeyên neyasayî nav saziyan de zêde bûne û hikûmeta herêma Kurdistan rûçikandiye û dem hatiye bi awayekî çaksazî bê kirin û ti mûçeyek neyasayî jî nemîne.’’
Herwaha ragehand, bicîhanîna yasaya çaksaziyê bi taybet berpirs û wezîr û hemû wan bigre ku mûçeyên heqnakin ji wan re tê dayîn û dema wê hatiye ku hemû ew mûçe bên birin. Ji ber hikûmeta herêma Kurdistanê di krîzeke darayî de ye û erkeke mezin ketiye ser milê wê. Nabe vê krîzê de mûçeyên neyasayî wek xwe bimînin û hikûmet wan rêknexe. Bê guman eger çaksazî berdewam be wê deme dahateke zêdet bo hikûmeta herêma Kurdistanê dê bimîne.
Hacî Mesîfî got, ewên ku dijatiya çaksaziyê bikin gendel in, ji ber wê jî bi hemû awayekî ez piştevaniyê li çaksaziyê dikim.