Ciwan Rojbeyanî: Divêt beriya hilbijartinan rewşa deverên Kurdistanî normal bibe Ciwan Rojbeyanî: Divêt beriya hilbijartinan rewşa deverên Kurdistanî normal bibe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ciwan Rojbeyanî: Divêt beriya hilbijartinan rewşa deverên Kurdistanî normal bibe

BasNews – Seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dibêje, rewşa deverên Kurdistanî baş nîne û divê beriya hilbijartinan rewşa wan normal bibe.

Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re got, rewşa niha ya deverên Kurdistanî bi taybet rewşa Kerkûkê qet baş nîne.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, divê beriya hilbijartinên meha Hezîranê ev rewş bê normalkirin. Çimkî li aliyekî de gelek ereb derbasî Kerkûkê bûne û gelek kurd jî koçber bûne, loma divê çareyek ji vê rewşê re were dîtin.

Seroka komîsyona deverên Kurdistanî anî ziman, divê di danûstandinên ligel berpirsên Iraqî de behsa vê mijarê were kirin û partiyên Kurdistanî jî li ser vê yekê rijd bin û pêkve kar bikin. Eger wisa nebe dengên kurdan dê pert û belav bibe û rêjeya kursiyên kurdan kêm bibe.