BasNews- Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaney ragihand; niha şiyana mûşekên Îranê heye ku eger firokeyên Amerîkayê li herêmê sînor derbas bikin, dikarin firokeyan bixin xwarê.
Elî Xamaney diyar kir: “Mûşekên me binkeya Eyn Esed bombebaran kirin, niha dijmin vê hêza me gelek cidî werdigrin.” Herwiha destnîşan kir: “Îran dest naxe nav karûbarên dewletên herêmê, ne li Iraq, ne li Lubnan û ne li Sûriyê.”
Xamaney biryara Parlamentoya Iraqê ya li ser pêtandina uranyumê bi rêjeya %20 weke "biryareke rast û mentiqî" bi nav kir û got: “Dema aliyê li hember, pabendiyên xwe cîbicî bike, Îran wê demê dê ji kêmkirina pabendiyên xwe li hember rêkeftina atomî paşve vekişe.. Siyaseta me pabendbûna li hember pabendbûnê ye.”
Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaney herwiha eşkere kir: “Em li benda qerebûkirina zirarên xwe ne ji ber encamên sizayan di qonaxên bê de. Dema siza nemîne û Washington vegere rêkeftinê.”
Elî Xamaney diyar kir: “Li ser Amerîka û dewletên rojava pêwîst e ku berî ferman bidin, dorpêça aborî ya li ser Îranê rakin.” Xamineyî: Niha mûşekên me dikarin firokeyên Amerîkayê bixin xwarê
Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaney ragihand; niha şiyana mûşekên Îranê heye ku eger firokeyên Amerîkayê li herêmê sînor derbas bikin, dikarin firokeyan bixin xwarê.