BasNews- Hunermendê naskirî yê kurd Ebdulqehar Zaxoyî,ligel hunermendekî ereb, goranîyek bi şêweya duêt û vîdyoklîp bi navê ‘’Kurdistan’’ belav kiriye.
Strana Ebdulqehar Zaxoyî behsa karên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, û umêdî xelkê bo kabîneya wî û çaksazîyan dike.
Stran bi herdu zimanên erebî û kurdî hatiye tomarkirin, klip ji torên medyaya civakî hatiye belavkirin.
Ebdulqehar Zaxoyî stran ligel hunermendê ereb Mihemed Ebdulcebar tomar kiriye.
Ebdulqehar Zaxoyî weke yek ji hunermendê bi ezmûn û naskirî yê kurd tê destnîşankirin. Heta niha gelek vîdyoklîp û album belav kirine.