BasNews – Pisporekî asayişa xorakê dibêje, deriyên sînorî yên Perwîzxan û Başmax metirsî li ser asayişa xorakê li Herêma Kurdistanê çêkirine.
Pisporê asayişa xorakê, dr. Telet Mihemed Botanî ji BasNewsê re got, ew qaçaçîtiya ku li deriyên sînorî yên Başmax û Perwîzxan, ku dikevin parêzgeha Silêmaniyê, tê kirin li ser asayişa xoraka Kurdistanê bûye metirsî, her wiha dibe sebeba belavbûna nexweşiyê jî.
Dr. Botanî her wiha got, li ti cihekî dinyayê nehatiye dîtin dema kamyonek ji welatekî din derbasî welatekî dibe, bêyî ku deriyên kamyonê bên vekirin, rê were dayîn derbasî nav wî welatî bibe! Ev metirsiyeka cidî ye li ser tenduristiya xelkê Kurdistanê.
Wî pisporî daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê jî kir, hewlên nehîştina qaçaxçîtiyê li wan deriyên sînorî zêdetir bike.