BasNews – Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Elî Temmê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Navçe bi giştî ber bi aloziyên leşkerî ve diçe û lîstokvanên mezin li Sûriyê hene hewl didin kartên xwe yên danûstanê bo pêşeroja Sûriyê bihêz bikin.’’
Herwaha got: ‘’Ew aliyê ji vê rewşa avabûyî berpirsin rejîma Sûriyê ye, di encam tevger xistina PYD û PKKê, heta digehe Eniya Nusre û DAIŞê û milîsên Îranî.’’
Temmê got: ‘’PYD û PKK ji ber siyaseta xwe ya zêdegavî û guhertina navçeyê û kirina cîhê milmilaneya li gel Tirkiyê bo armancên xwe û bê guh bidin daxwaz û taybetmendiyên kurdên Sûriyê berpirsyartiya rewşê dikeve stûyê wan.’’
Elî Temmê got: ‘’PKK rêxistineke bo bicîhanîna armancên Sûriyê û Îranê ava bûye.’’ Û got: ‘’Tişta mirov jê ecêb dimîne hevpeymaniya navbera wan de ye, PKK fermanên wan bicîh tîne û hewl dide seqamgîriya herêma Kurdistanê jî têkbide.’’
Navborî got: ‘’Hindî zû PKK li navçeyên kurdên Sûriyê vekêşe başe, bo ku navçe rastî wêrankariyê neye, herwaha li herêma Kurdistanê jî divê xwe vekêşe û rêz li taybetmendiyên wê bigre. Teror û karê têkdanê tenê hêvinê wêrankariyê ye. Pêwîste sûd ji rewşa navnetewî bê wergirtin.’’
Elî Temmê got: ‘’Pêwîste PKK êrîşên xwe yên ser binke û baregehên ENKSê ragire, ji ber ew kiryarane li herkese zêdetir ziyan dê bigehîne wan bixwe jî û hewldanên danûstandinên navbera kurd-kurd de yên li Rojhilatê Firatê dê asteng bike..’’