Neda Mêrgesorî: Desthilatdarên Iraqê hewla bêhêz kirina federaliyetê didin Neda Mêrgesorî: Desthilatdarên Iraqê hewla bêhêz kirina federaliyetê didin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Neda Mêrgesorî: Desthilatdarên Iraqê hewla bêhêz kirina federaliyetê didin

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Parlamentera berê ya Iraqê radigehîne ku desthilatdarên Iraqê berdewam hewla bihêz kirina desthilata Bexdayê û bêhêz kirina federaliyetê didin.

Endama dema borî ya Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ji Basnewsê re ragehand, li gor destûra Iraqê, divê desthilata yasadanan li dewletê de ji du saziyên parlamentoyê û encûmena federal pêkbê, lê heta naha encûmen nehatiye ava kirin.

Neda Mêrgesorî got, damezrandina encûmena federal bo kurdan gelek giringe û ragehand, ew encûmena garantiya beşek ji mafên gelê Kurdistanê dike û got, divê herêma Kurdistanê rijd be li ser damezrandina encûmenê.

Ew parlamentera berê ya Iraqê got, li gor hemû pîvan û prensîbên destûrî, divê dewleta federal ji çend herêman yan jî eyaletên federal pêkbê, lê aliyên Iraqê rê ji damezrandina ti herêmekî re nadin li Iraqê.

Neda Mêrgesorî got, destûra Iraqê gelek giringî bi encûmenan federal nedaye û aliyên siyasî jî li parlamentoyê ji ber sedemên siyasî, damezrandina wê encûmenê asteng kirine.