Xelkê Şingalê ji ber nebûna xizmetguzariyan bi gazind in Xelkê Şingalê ji ber nebûna xizmetguzariyan bi gazind in
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Xelkê Şingalê ji ber nebûna xizmetguzariyan bi gazind in

BasNews – Koçberên Şingalê yên ku vegeriyane Şingalê, ji ber nebûna xizmetguzariyan gazindan dikin.

Muxtarê gundê Werdiye yê Şingalê, Xudêda Hisên ji BasNewsê re got, em vegeriyane Şingalê lê xizmetguzariyên giştî mîna elektirîkê nîne.

Xudêda Hisên her wiha got, rojane tenê derdora 2 saet elektirîka me heye. Ev jî gelekî xirab e.

Muxtarê gundê Werdiye da xuyakirin, heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Kurdistanê nehatine Şingalê û xizmetguzarî pêşkêşî xelkê nekirine. Hinek caran saziyên xêrxwazî hinek tiştan didin xelkê, ew jî têrê nake.

Wî muxtarê da zanîn, xetên elektirîkê li Şingalê hatine wêrankirin û got, li hinek deveran stûnên elektirîkê jî nemane. Hemû hatine dizîn. Elektirîka me mîna tirafîklaytê lê hatiye!