BasNews – Banka navendî ya Iraqê nirxa dolar li hember dînarê Iraqî destnîşan kir.
Serokê banka navendî ya Iraqê, Mistefa Xalib li ser nirxa dînar û dolar fermanek derxist.
Li gorî wê fermanê, ji îro pêde nirxa her dolareka Amerîkî bi vî rengî ye:
Nirxa kirrîna dolar ji wezareta darayî ya Iraqê: 1450 dînar
Nirxa firotina dolar li banka navendî ya Iraqê: 1460 dînar
Nirxa firotina dolar li bankên giştî: 1470 dînar
Beriya niha hatibû gotin ku hikûmeta Iraqê bo nehîştina valahiya bûdceyê, dixwaze nirxa dolar li hember dînar bilind bike û nirxa her dolarekî bigehîne 1500 dînarî.