Li Hindîstanê keça 9 salî di dema emeliyata mêjî de piyano lêda Li Hindîstanê keça 9 salî di dema emeliyata mêjî de piyano lêda
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Hindîstanê keça 9 salî di dema emeliyata mêjî de piyano lêda

Rukiye Mistefa

BasNews - Li Hindîstanê zaroka 9 salî ya bi navê Somya bi emelyateke 6 demjimêrî ya mêjî de piyano lêda.

Li bajarê Gwailor ê ser bi eyaleta Madhya Pradesh a Hindîstanê, emeliyeta mêjî bo keça bi navê Somya hate kirin. Emeliyat ji der di mêjiyê wê keçê de girêba hebû pêkhat. Ew girêba dibû sedem ku Somya li ser heş biçe ango epilepsî bû û li nexwaşxaneyê destpêkê nexşeya mêjiyê wê ji aliyê bijîşkan ve hate derxistin û Somya nîvê emelyatê de hat hişyar kirin û jê hat xwestin ku piyano lê bide ji ber tevgera hessasiyeta dest û koordînasyonê ya ji aliyê mêjî ve tê kontrol kirin teqez ziyan dîtiye yan na bo wê jî ji ber ku pir ji lêdan û jenîna piyano hes dike bijîşkan jî jê xwest piyano lê bide.

Emeliyata ku 6 demjimêran berdewam kir de Somya piyano lêda û ser emelyatê jî ji çapemeniya herêmî re ragehand: Min 6 demjimêran piyano lêda û lîstokên mobîl dilîst. Ez naha xwe pir baş dibînim.

Hat ragehandin ku rewşa tenduristiya wê pir başe.