Di bûdceya sala 2021 ya Iraqê 50 tirîlyon dînar bo mûçe hatiye terxankirin Di bûdceya sala 2021 ya Iraqê 50 tirîlyon dînar bo mûçe hatiye terxankirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Di bûdceya sala 2021 ya Iraqê 50 tirîlyon dînar bo mûçe hatiye terxankirin

BasNews – Hikûmeta Iraqê ragihand, di bûdceya sala 2021 de 50 tirîlyon dînar bo mûçeyê karmendan hatiye terxankirin.

Wezîrê pilandanîna Iraqê, Xalid Betal Necm ragihand, heta niha bûdceya sala 2021 ya Iraqê neketiye rojeva encumena wezîran.

Wî wezîrê Iraqî her wiha got, di bûdceya sala 2021 de 50 tirîlyon dînar bo mûçeyê karmendan hatiye terxankirin.

Bi gotina wî wezîrê Iraqî, di bûdceya sala 2021 de nirxa her bermîlek neft 42 dolar hatiye hesibandin.