Hewlêr…Kongreya odeyên bazirganiyên Iraqê destpê kir Hewlêr…Kongreya odeyên bazirganiyên Iraqê destpê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hewlêr…Kongreya odeyên bazirganiyên Iraqê destpê kir

BasNews – Bi armanca darijandina programa hemahengiyê di navbera wan de kongreya odeyên bazirganiyên Iraqê li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

Îro 10.12.2020ê bi amadebûna 18 serokên odeyên bazirganiyên parêzgehên Iraqê ve kongreyê dest bi karên xwe kir û dê kongre rojekî berdewam bike.

Di destpê kirina axaftina kongreyê de serokê desteya hilberîna herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê piştî destbikarbûna kabîneya nehem û li ser peywirdariya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê giringiya pêwîst bi sektora taybet hatiye dayîn û em peywirdar kirine ku hemû aliyên peyvendîdar re asankariyên herî zêde bên kirin bo kar û bazirganiyê bikin’’

Herwaha got: ‘’Ev li Kurdistanê derfeteke başe di warê bazirganî û hilberînê de, ji siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê bigre heta hewa û jînge û xwezaya Kurdistanê derfetên baş hene, ji ber wê jî cîha ku çavê me li hilberîna biyanî be, gelek caran jî me hewl daye hilberînerên Iraqê bên bo Kurdistanê bo ku dahat û madeyên xaw ê wan projeyan nav Iraqê bimînin, ev jî dibe hêza aboriyê bo Kurdistanê û Iraqê.’’

Serokê odeya bazirganiyên Iraqê Ebdulrezaq Zuhêrî jî keyfxweşiya xwe ya derbarê pêşkeftina Kurdistanê li ser destê hilberîner û bazirganên Kurdistanê anî ziman û got divê pirsgirêkên bazirganan li gor yasa bên çareser kirin ku derfetên wan zêdetir be bo danûstanên bazirganî. ‘’Ji bo wê jî hemû aliyekî re em asankariyê dikin ji ber em yek helwêstin.’’