BasNews – Hikûmeta Iraqê rizamendî nîşan da ji bo ku hinek bacanên sor ji Iraqê bo Erebistana Siûdî were hinartin.
Wezareta çandiniya Iraqê ragihandiye, wan rizamendî nîşan dane ku 250 ton bacanên sor ji Iraqê hinardeyî Erebistanê bê kirin.
Wezaretê daye zanîn, ew bare han dê ji aliyê sektora taybet ve were hinartin.
Wezareta çandiniya Iraqê ragihandiye, hinartina wê kujma firingiyan, bo wê yekê ye da ku berhemên navxwe zêdetir bin û bazara firotina berhemên Iraqî bên peydakirin.