Nirxa dolar li Herêma Kurdistanê gelekî bilind bû Nirxa dolar li Herêma Kurdistanê gelekî bilind bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Nirxa dolar li Herêma Kurdistanê gelekî bilind bû

BasNews – Nirxa dolar li bazarên Herêma Kurdistanê di nav du rojan de gelekî bilind bûye.

Ev çend roj in nirxa dolar li hember dînar li bazarên Herêma Kurdistanê roj bi roj bilind dibe.

Îro danê sibê li Herêma Kurdistanê her 100 dolar bi 127 hezar dînarî hat firotin.

Duhî 100 dolar bi 126 hezar dînarî dihat firotin lê ji duhî de zêdetirî hezar dînar hatiye ser.

Çend roj berê nirxa 100 dolarê Amerîkî li bazarên Herêma Kurdistanê bi 124 hezar dînarî bû lê di nav çend rojên borî de zêdetirî 3 hezar dînar hatiye ser.

Li Herêma Kurdistanê welatî, li kêleka dînar, piraniya bazara xwe bi dolar dikin.