Bi wêne…Li Xelîfanê helmeta çandina hezar berûyan birêve çû Bi wêne…Li Xelîfanê helmeta çandina hezar berûyan birêve çû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne…Li Xelîfanê helmeta çandina hezar berûyan birêve çû

Mihemed Hesnanî

BasNews – Baskê Xelîfanê yê rêxistina WAR a parastina jîngeyê bi hemahengiya li gel karmendên Wêstgeha Kêşî ya Xelîfanê û polîsê hatûçûna bajar ve helmeteke çandina bi sedan tovê berûyan li geliyê Elî Beg encam dan.

Berpirsê baskê Xelîfanê yê WAR ê devera Soran Niyaz Siyênaweyî ji BasNewsê re ragehand, duh 07.12.2020ê bi hemahengiya li gel karmendên Wêstgeha Kêşî li Xelîfan û karmendên rêveberiya hatûçûya Xelîfanê li geliyê Elî Beg li sînorê nahyeya me li devera Soranê, bi çandina zêdetirî hezar tov û dendikên berûyê ve helmetek birêve çû.’’

Herwaha got, armanca vî karî bo xweşik kirin û nirxdana bi jîngeya navçeyê ye, bi taybet jî geliyê Elî Beg, yek ji cîhên herî zêde geştyar berê xwe didinê ye û şîn kirina wî erk e.