BasNews- Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 190 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 30 hezar û 110 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.
Îro roja sêşemê 01.12.2020an Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Li gor tabloyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 190 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û bi giştî hejmara yên cane xwe ji dest dane gehişte 13 hezar û 936 kesan.
Herwiha 180 hezar û 312 test hatine kirin, 30 hezar û 110 kesên din bi Koronayê ketine, 6 hezar û 101 kes li nexweşxaneyê hatine razandin, 4 hezar û 593 nexweş baş bûne. Heta niha 506 hezar û 966 kes bi Koronayê ketine, 409 hezar û 320 nexweş jî baş bûne.