Mameyare Ehmed
BasNews – Îro 01.12.2020ê li dîwana wezareta Pêşmerge rêkeftinekî protolî di navbera wezareta Pêşmerge û tîma leşkerî ya Almanya de hate îmza kirin.
Îro li dîwana wezareta Pêşmerge bi amadebûna rêveberê hemahengî ê peyvendiyên wezareta Pêşmerge Emîd Rukin Hejar Omer û fermandarê hêzên Almanya yên li herêma Kurdistanê Kolonel Nogradî de protokolek hate îmza kirin.
Emîd Rukin Hejar Omer spasiya tîma leşkerî ya hêzên Almanyayê kir bo hewkarî û piştevaniyên wan ên berdewam bo wezarata Pêşmerge û navenda ziman a taybet Pêşmerge.
Tîma leşkerî ya Almanyayê jî bal kêşa ser wê yekê ku hêzên Almanyayê berdewam dibiin li hewkarî û piştevaniyên xwe bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Herdu aliyan behsa giringî û berdewamîdana hemahengî û alîkariyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê kirin.