Baregeha Barzanî serxweşî li malbata Hemîd Kiliçaslan kir Baregeha Barzanî serxweşî li malbata Hemîd Kiliçaslan kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Baregeha Barzanî serxweşî li malbata Hemîd Kiliçaslan kir

BasNews- Baregeha Barzanî peyameke serxweşiyê bi boneya koça dawî ya siyasetmedar rewşenbîr û Berdevkê PDK Bakur Hemîd Kiliçaslan belav kir.

Peyama serxweşiyê ya Baregeha Barzanî wiha ye:
Bi xemeke zêde me xebera koça dawî ya siyasetmedar û Berdevkê PDK Bakur Hemîd Kiliçaslan bi nexweşiya Koronayê gihişt me.

Serxweşiya xwe li arasteyî malbat nas û xizmên Hemîd Kiliçaslan û kadîr û endamanên PDK Bakur dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin bi behişta berin şad bike û sebir û aramiyê bide malbat  xizm û naskiriyan.