Tirkiye- 182 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 182 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 182 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 182 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 30 hezar û 103 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Îro roja şemiyê 28. 11.2020an Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê belav kirin.

Li gor tabloyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 182 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û bi giştî hejmara yên cane xwe ji dest dane gehişte 13 hezar û 373 kesan.

Herwiha 174 hezar û 443 test hatine kirin, 30 hezar û 103 kesên din bi Koronayê ketine, 6 hezar û 714 kes li nexweşxaneyê hatine razandin, 3 hezar û 611 nexweş baş bûne. Heta niha 487 hezar û 912 kes bi Koronayê ketine, 396 hezar û 227 nexweş jî baş bûne.