Qoser- Welatperwerê kurd Hemîd Kiliçaslan bi axê hate sipartin Qoser- Welatperwerê kurd Hemîd Kiliçaslan bi axê hate sipartin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Qoser- Welatperwerê kurd Hemîd Kiliçaslan bi axê hate sipartin

BasNews- Welatperwerê kurd, Berdevkê PDK-Bakur Hemîd Kiliçaslan (Hemîdê Simeîl Axa) îro roja 28.11.2020an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi merasîmekê bi axê hat sipartin.

Bi beşdariya gelek nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û niştimanperweran cenazeyê Hemîd Kiliçaslan Qoserê gundê Dêrika Simeîl Axa bi merasîmeke taybet bi ala Kurdistanê bi axê hat sipartin.

Hemîd Kiliçaslan beriya bi mehekê Kiliçaslan bi nexweşiya Koronayê ketibû û piştî ku rewşa wî giran bibû ji Mêrdînê bo Enqereyê hatibû şandin û duhê li Enqerê koça dawî kiribû.

Hemît Kiliçaslan kî ye?

Di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Smaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partî Demokratîk Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

Di sala 1979an de bi awayeke çalaktir li Bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK Tirkiyeyê. Di dema derbeya 12ê îlonê ya 1980an de neçar ma derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir. Serkêşiya xebatên ziman û rewşenbîriya kurdî kir. Demeke dirêj di nava Koma Kurmancî de cîh girt. .Zewiciye û bavê 6 zarokan bû. Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.