BasNews- Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson parlementerê kurd Nazim Zehawî weke wezîrê taybet ê dabeşkirina vaksîna Koronayê destnîşan kir.
Îro roja şemiyê 28.11.2020an parlementerê kurd Nazim Zehawî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê belav kir Serokwezîr Boris Johnson ew weke wezîrê dabeşkirina vaksîna Koronayê destnîşan kiriye.
Nazim Zehawî di sala 1967an de li Bexdayê ji dayik bûye û 1976an de ligel malbata xwe derbasî Brîtanyayê bûye û ji sala 2010an heta niha parlementer e li Brîtanyayê.