BasNews- Rêberê dînî yê Îranê îro şemîyê 28.11.2020an soza tolvedana kuştina mezinê zanyarên navokî yê komara Îslamî da, ku welatên Rojava û Îsraîlê bawer dikin ew endizyarê programa nehênî ya Îranê ye ji bo çêkirina çekên navokî bû.
Ali Xamaney dibêje Îran qet hewla çêkirina çekên navokî nade, di daxuyanîyekê de li ser Twîterê got ew dê berdewam bin li ser karê Mohsen Fakhrizadeh yê ku roja Înê li Tehrana paytext di êrîşekê de li ser otombîla wî hate kuştin.
Ev kuştina ku serokê Îranê Îsraîlê pê tawanbar dike, metirsîya rûbirûneke nû li Rojhilata Navîn derdixe pêş, berî çend hefteyan ji dawîhatina desthilata serokê Amerîka Donald Trump.
Ew her wiha renge hewldanên serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden asê bikin ji bo vejandina rêkeftina navokî li gel Tehranê ku di serdema serokê berê Barack Obama de hatibû îmzekirina û Donald Trump di sala 2018an de jê vekişîya.
Xamaney di tweeta xwe de got divê berpirsên Îranê erka “şopandina vê gunehkarîyê û cezakirina kesên ku pê rabûyî” pêk bînin.