BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn 1.606 kesên din bi Koronayê ketine û 33 kesên din bi Koronayê mirine.
Îro roja şemiyê 28.11.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û tê de da zanîn 1.606 kesên din li seranserî Iraqê bi Koronayê ketine û 33 kesên din jî bi Koronayê mirine û 1.240 kes jî baş bûne.
Heta niha li seranserî Iraqê 548 hezar û 821 kes bi Koronayê ketine 478 hezar û 537 kes baş bûne û 12 hezar û 200 jî bi Koronayê mirine.