Ji naha û pê de li herêma Kurdistanê emeliyatên dil bo zarokan dê bê kirin Ji naha û pê de li herêma Kurdistanê emeliyatên dil bo zarokan dê bê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji naha û pê de li herêma Kurdistanê emeliyatên dil bo zarokan dê bê kirin

Seîd Ebdula

BasNews – Wekîlê rêveberiya nexwaşxaneya dil, derbarê emeliyatên dil bo zarokan got, yekem care li herêma Kurdistanê emeliyat bo zarokan hate kirin, ku pêwîstbû nexwaşên waha çûban bo derveyî welat, lê îro li herêma Kurdistanê bi mesrefekî kêmtir û demeke kêmtir jî ew emeliyat tê kirin.

Dr. Bawer Husên îro 26.11.2020ê di civîneke çapemeniyê de li Hewlêrê ragehand: ‘’Ew emeliyete heta naha bo 15 kesan bê pare hatiye kirin û ji naha û pê de ew tîmane bo her carekî dema bên dê bo 25 zarokan emeliyatên wan bikin.’’

Wî pisporî got: ‘’Nexwaşiya dil a zarokan gelek zêde ye, bi taybet ew nexwaşiyên zikmakî yên zarokan û heta digehin nêzîkî 30 salî jî li gel zarokan dimîne, lê ji naha û pê de ew emeliyat bê pare dê bên kirin, berê bo emeliyateke wisa pêwîstbû biçûban bo derveyî welat û nêzîkî 30 hezar dolar mesref lê dihate kirin.’’

Her heman mijarê de pisporê emeliyatin dil ê zarokan li nexwaşxaneya New Delhî ya Hindistanê Dr. Hîma Şu Prata jî di civîna çapemeniyê de got: ‘’Em hatine emeliyatê bo wan zarokan dikin ku nexwaşiya dil li gel wan heye û li gel me ev yek pir giringe ku çareseriya nexwaşiyan li vê derê bikin û ew westandin û xercên zêde bo malbatên nexwaşan çênebin.