Rukiye Mistefa
BasNews - Li başûrê rojhilatê Brezîlyayê otobûsekî li gel kamyoneke barhelgir li hev dan û di bûyerê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Brezîlyayê û televîzyona G1 a Brezîlyayê, di navbera bajarên Taguai û Taquarituba yên ser bi eyaleta Sao Paulo, di rêya Alfredo de Oliveira Carvalho ji ber li hevdana kamyona barhelgir û otobûsa rêwyan 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê leşkerî yê Sao Paulo Alexandre Guedes ragehand, bûyer li herêmeke xwegehandinê yê zehmet pêkhatiye û di otobûsê de gelek kes asê mabûn.
Guedes got, otobûsa ku xebatkarên şîrketekî tê de bûn 53 rêwiyên wê hebûne û rayedar ji bo nasnameya qurbanan aşkera bikin xebatên xwe berdewam dikin.
Hat ragehandin birîndar ji nexwaşxaneyê bajarên Taguai, Fartura û Taquarituba re hatine rakirin.