Şêx Şamo: Grubên çekdar dixwazin dubendiyê navbera êzdiyan de ava bikin Şêx Şamo: Grubên çekdar dixwazin dubendiyê navbera êzdiyan de ava bikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Şêx Şamo: Grubên çekdar dixwazin dubendiyê navbera êzdiyan de ava bikin

BasNews – Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên êzdiyan Şêx Şamo diyar kir, li Şingalê gelek grubên çekdar peyda bûne di bin navên cuda de kar dikin û dixwazin di navbera êzdiyan de dubendiyê ava bikin.

Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, grubên çekdar ji bo armancên xwe û ava kirina dubendiyê di navbera êzdiyan de kar dikin. Ew grub hemû bo yek armancê kar dikin ew jî Şingal ji Kurdistanê cuda kirine û dixwazin destê hikûmeta herêma Kurdistanê negehe Şingalê, heta dixwazin Şingalê ji nexşeya Iraqê derbixin. Her naha wisa hesab dikin ku Nînowa ne mercîya Şingalê ye, heta car caran ji Bexdayê jî nikarin bandorê li Şingalê bikin, ev rewşeke xirabe. Lê eger rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bê bicîhanîn dê jiyan vegere Şingalê û rewşa wê dê bi temamî çareser bibe.’’

Şêx Şamo got: ‘’Ti caran Şingal ji Kurdistanê nayê cuda kirin, li serdema rêkeftina 11ê Adarê û serdema şoreşê berdewam Şingal û Kerkûk cot bûne li ser asta rêkeftina li gel Bexdayê. Ti caran jî herêma Kurdistanê dest ji Şingalê bernade.’’