Amara nû ya Koronayê li Rojava: 96 pêketî, 2 mirî Amara nû ya Koronayê li Rojava: 96 pêketî, 2 mirî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Amara nû ya Koronayê li Rojava: 96 pêketî, 2 mirî

BasNews - Li Rojavayê Kurdistanê 96 kesên din bi Koronayê ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên borî de mêrek li Dêrikê û jinek li Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa her wiha da zanîn, ji duhî de 96 kes jî bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 8 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiê, 11 kes li Kobanî, 22 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê û 27 kes li Reqayê û 12 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 4 kes pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîşt 6787 kesan ku 984 kes ji wan baş bûne û 185 kesan jî canê xwe ji dest dane.