Desteya helberînê: Ew konferansa Mesrûr Barzanî beşdarî lê kir dê bandorekî zêde li ser hatina hilberînê hebe Desteya helberînê: Ew konferansa Mesrûr Barzanî beşdarî lê kir dê bandorekî zêde li ser hatina hilberînê hebe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Desteya helberînê: Ew konferansa Mesrûr Barzanî beşdarî lê kir dê bandorekî zêde li ser hatina hilberînê hebe

BasNews – Rêveberê giştî yê helsengandin û moletdana projeyan li desteya hilberînê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê dike ku piştî konferansa serokê hikûmetê bo aboriya Kurdistanê piştî koronayê bendewariya hatina şîrketên biyanî dikin bo Kurdistanê û wê derbarê de amadekarî destpê kirine.

Îro 25.11.2020ê rêveberê giştî yê helsengandin û moletdana projeyan li desteya hilberînê ya hikûmeta herêma Kurdistanê Kameran Reqîb Muftî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me plana sala 2020ê belav kiriye 1050 projeyên hilberînê têde ye. Ew projeyane derfetên başin bo şîrketên biyanî, li Kurdistan hilberînê bikin. Ew konferansa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdarî kir, bandoreke zêde dê bike li ser hatin û derfeta wergirtina şîrketan ku li Kurdistanê hilberînê bikin û dê bên teşfîq kirin ku li Kurdistanê hilberînê bikin.’’

Herwaha got: ‘’Du roje ragehandina wan derfetan me daye, em li bendê ne ku şîrketên Amerîkî û Ewrupî bên û navên xwe tomar bikin û ‘’Ew wek sektora taybet dê pêşkeş bikin û bi rêya bankayan ve, em jî karasaniyê dê bo wan bikin û helqeyên rutin dê kêm bikin ku demekî zû karên xwe temam bikin.’’