Rukiye Mistefa
BasNews - Li eyaleta Jalisci ya li rojavayê Meksîkayê goreke komî hate dîtin.
Li gor çapemeniya Meksîkayê ji aliyê dozgeriya eyaletê ve daxuyaniyek hatiye dayîn û li gor wê daxuyaniyê li bajarê El Salto ya ser bi eyaleta Jalisco di lêgerîneke li aqar de hatiye kirin, ji gorên komî termê 103 kesan hatine tespît kirin.
Li ser termên hatine dîtin lêkolîn hatine kirin û li gor lêkolînên destpêkê 2 ji wan jin, bi giştî termê 30 kesan ji aliyê malbatên wan hatine destnîşan kirin. Li ser termên din jî xebata destnîşan kirina nasnameyên wan berdewam dike.
Li gor rapora komîsyona lêgerîna netewî ya ser bi wezareta navxwe ya Meksîkayê jî di meha cotmehê de hatibû belav kirin, li eyaleta Jalisco di navbera salên 2006 heta 2020ê lêgerînên hatine kirin de di wan gorên komî yên veşartî de heta naha 897 term hatine tespît kirin.
Herwaha bi giştî Meksîkayê jî ji sala 2006ê heta naha 4 hezar û 92 goran de termê 6 hezar û 900 kesan hatine dîtin.