BasNews - Li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek bi guleya pasdarên Îranê birîndar bû.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihand, duhî pasdarên Îranê li derdora nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di encama wê gulebaranê de kolberekî xelkê gundê Noryaw bi navê Darûş Weledbeygî giran birîndar bû.
Kolberê birîndar bo dermankirinê birin nexweşxaneya bajarê Pawe.