Rêber Ehmed: Hikûmeta berdewam û rijde li ser bernameya xwe ku proseya xizmetguzariyê berdewam be Rêber Ehmed: Hikûmeta berdewam û rijde li ser bernameya xwe ku proseya xizmetguzariyê berdewam be
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêber Ehmed: Hikûmeta berdewam û rijde li ser bernameya xwe ku proseya xizmetguzariyê berdewam be

BasNews – Îro 25.11.2020ê bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma îmza kirina peymaneke di warê dîjîtal kirina xizmetguzariyan de destpê kir û wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed gotarekî ve bal kêşa ser giringiya projeyê.

Rêber Ehmed got, îro bi amadebûna serokê hikûmetê ve em civiyane bo îmza kirina peymanekî li gel şîrketa Almanî bo pêşkeş kirina xizmetguzariyên hemdemî yên di warê hatûçûnê de.

Herwaha ragehand, ji bo razîbûna hemwelatiyan bê wergirtin hikûmeta herêma Kurdistanê hemû demên xwe xistiye ser yek û li gel hemû pirsgirêk û pirsgirêkên darayî û yên din jî, hikûmet berdewam rijd bûye li ser bernameya xwe ku li Parlamentoya Kurdistanê pêşkeş kiriye, ku proseya xizmetguzariyê berdewam be.

Rêber Ehmed got, ev peyman taybet bo moleta şofêrî û salane û tomar kirin û hemû warên din. Li gel hikûmeta Iraqê jî hemahengiya me heye ku herdu alî sûd ji vê sîstema modern wergirin. Guhertina awayê dîjîtal û li ser wê hem herdu alî jî li ser hemnêrînin. Me dest da çeksazî di sîstema hatûçûnê, ji ber bi salane lis er vê sîstema heyî kar li ser tê kirin, ji aliyê xizmetguzariyê ve û gehandina efser û karmendên hatûçûnê pêwîstî bi nûjen kirinê heye.

Rêber Ehmed got, rojane gelek bûyerên hatûçûnê li herêma Kurdistanê tên tomar kirin û mixabin gele hemwelatî jî jiyana xwe ji dest didin. Bernameya hikûmetê ew e li sîstema hatûçûnê ku konferansekî giştî bê rêkxistin û bo wê jî lijneya pêwîst hatiye ava kirin.

Rêber Ehmed ragehand: ‘’Ez spasiya birêz serokê hikûmetê dikim, ku di hemû pêngavan de piştevaniya me kiriye û naha amadebûna wî jî piştevaniya herî mezin e.’’