BasNews – Berpirsekî hikûmeta Iraqê ragihand, ji wê bûdceya ku bo hilbijartinan hatibû xwastin, tenê 3 milyon dolar hatiye terxankirin.
Cîgirê serokê komîteya bicîhanîna pilan û bernameyên stratejîk yên hikûmeta Iraqê, Mihemed Kerîm ji rojnameya Iraqî ya Sebah re gotiye, komîsyona hilbijartinan ya Iraqê bo pêkanîna hilbijartinên berwext daxwaza 380 milyon dolar kiribû lê hikûmetê tenê 3 milyon dolar terxan kiriye.
Wî berpirsê hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li hember terxankirina wê bûdceya kêm nîşan da û ragihand, hilbijartin piroseyeka cidî ye û divê bûdceya wê jî têrê bike.
Hilbijartinên berwext yên Iraqê dê roja 6 Tîrmeha sala 2021 bên kirin.