BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û tê de aşkere kir 2. 292 kes bi Koronayê ketine û 35 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Îro roja sêşemê 24/11/2020an, Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 2.292 kes bi Koronayê ketine û 35 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 2. 130 jî bi koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Ie Iraqê 539 hezar û 749 kes bi Koronayê ketine û 469 hezar û 784 kes baş bûne û 12 hezar û 31 kes jî bi koronayê mirine.