Parlamenterek berê: Waha berdewam be Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn li ser lîsteya erebî dibin namzed Parlamenterek berê: Waha berdewam be Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn li ser lîsteya erebî dibin namzed
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterek berê: Waha berdewam be Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn li ser lîsteya erebî dibin namzed

BasNews – Endameke berê yê Parlamentoya Kurdistanê yê li ser fraksiyona PDKê rexneyên tund li parlamenterê kurd ên neyarên herêma Kurdistanê dike û radigehîne ku ew hîn li karê parlamenteriyê tênegeheştine, lê waha berdewam bin, wek ên berî xwe li ser lîsteya erebî dê bibin namzed.

Di çarçoveya hewlên berdewam ên ji bo bicîhanîna şovenîstên li dijî herêma Kurdistanê de Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn helmeteke nû bo vexwandina berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê bo parlamentoya Iraqê ragehandine, lê li hember wê destûra Iraqê bi temamî desthilata danîna yasadanan û bicîhanîn û dadweriya herêma Kurdistanê nas dike.

Endamê berê yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Merdan Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew gruba parlamenterên neyarê herêma Kurdistanê hîn fêrî karê parlamentoyê û yasayên Iraqê nebûne. Ji ber kesên bê ast û nefamin. Ji sîstema federalî tênagehin, her parlamenterekî berpirs li hember herêma xwe. Lê ewane naha endam parlamterên Iraqê ne. di cîha ku pêdeçûnê bikin bo bicîhanîna madeya 140 û hewldan bo rêgiriya li proseya ereb kirina wan, lê bi saya cehştiya wan û grubên berî wan proseya ereb kirinê dane destpê kirin. Xwe wek endamên parlamentoyê yên herêma Kurdistanê derdixin pêş, ku derkevin ser şaşeyên televîzyonan û xelk dubare deng bide wan.’’

Herwaha got, ew gruba parlamenteran amadene her tiştekî bikin. ‘’Carekî ji serokwezîr re dibêjin mûçeyê fermanberan neşîne, carek bangeşeya veguhestina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bo Bexdayê dikin, mixabin kesên waha li Bexda nûnertiya kurdan dikin.’’

Merdan Xidir got: ‘’Eger waha biçe Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn dê li ser lîsteya erebî xwe bikin namzed. Ewane bi dehan milyon dînaran pare ji Bexdayê pare werdigrin û cehştiyê bo parlamenterên ereb dikin. Lê mûçexorên Kurdistanê jî tehrîk dikin.’’