Arinç: Erdogan ez rencide kirim Arinç: Erdogan ez rencide kirim
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews- Şêwirmendî Bilind ê Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç, ragihand ku bertekên Erdogan ên ji ber gotinên wî yên derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de ew zêde aciz kiriye û Erdogan wî rencide kiriye.

Piştî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi tûndî dijî axaftinên Bulent Arinç derket. Îro roja duşemê Bulent Arinç ji medyaya Tirkiyê re axivî û Arinç got: “Ez mirovekî hestyar im, axavtina duh ez gelek rencîde kirim. Birêz Serokkomar Erdogan axavtineke gelek dijwar kir. Hinek îdia hatine belavkirin ku min dest ji kar bedeya, lê ji niha ew îdia rast nînin. Ez weke kesên din li ser Twitter û Instagramê dest ji kar bernadim. Ez bixwe dê derbarê rewşê de ligel birêz Serokkomar bicivim.”

Arinç da zanîn ku ew dê piştî hevdîtina ligel Erdogan biryara xwe bide û got: “Serokomar îro li Stenbolê bû, dema hat Enqerê ez dê ligel wî hevdîtinê bikim û piştre jî biryara xwe bidim. Ez dixwazim ji wî bibihîsim ka di vê rewşa heyî de çima ew axavtin kir. Muhatabê wê axavtinê ez bûm û eger pêwîst bike ez dê bibêjim vaye nameya destjikarberdana min.”

Beriya bi çend rojan Bulent Arinç ji medyaya Tirkiyê re axivî bû û derbarê serokê berê yê HDPê Selehedîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de axivîbû û da bû zanîn divê Osman Kavala  û Selehedîn Demîrtaş werin azadkirin.

Beramber axaftinên Bulent Arinç, Erdogan gotibû, Ewê ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nebin û amaje bi bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an kir û diyar kir ew ê Kobaniyê jî ji bîr nekin.

Cihê behsê ye girjiya di navbera Bulent Arinç û Erdogan de çend roje bûye rojeva serekî ya Tirkiyê. Bulent Aarinç yek ji damezirînerê AKPê û serokê berê yê parlementoya Tirkiyê jî kiriye.