BasNews.- Îro roja duşemê 3 kitêbên nû yên Dr. Elî Teter derbarê dîroka Kurdistanê de çap û belav bûn û gihan ber destê xwîneran.
Îro roja duşemê 23.11.2020an 3 kitebên nû yên parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter çap û belav bûn. Di kitêban de derbarê serdema hevçerx û kevn di wan kitêban de cîh digirin. Her sê kitêb ji aliyê weşlanxaneya Spîrêzê ve hatine çap bû belavkirin.
Navên kitêbên Dr. Elî Teter wiha ne:
-Kurdistana Dêrîn- (Çend vekolînek li dor dewlet, nijad, kultur û dînên Kurdistana dêrîn.)
- Kurdistan di Mêjûya nû da (Hejmareka vekolînan li dor mêjûya nû ya Kurdistanê bi xwe vedigire, hinek vekolînên kevin jî di navda hene ku berifrehtir û kûrtir hatîne nivîsîn.)
-Kurdistan di Mêjûya Hevçerx da (Çend vekolînên kevin û nû bi xwe digrît li dûr bizavên kurdan paş damezirandina dewletên hevçerx di deverêda û bizavên kurdan bo serbexoyiyê ku hindek zanyarî bo cara yekê ye di mêjûya Kurdistanêda belav dbin.)