Mesrûr Barzanî ligel şanda danustankar a hikûmetê ligel hikûmeta federal civiya Mesrûr Barzanî ligel şanda danustankar a hikûmetê ligel hikûmeta federal civiya
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî ligel şanda danustankar a hikûmetê ligel hikûmeta federal civiya

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesnê hewl û xebata şanda danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê da.

Îro duşemê 23ê Mijdara 2020an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê ya ligel Bexdayê, civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê hewl û xebata şanda danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji ber danûstandinên wan ên ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û rijdbûna wan a li ser heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û li pêş hemûyan, li ser mûçeyên Herêma Kurdistanê.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku şanda danûstankar a Herêmê, aliyê fermî yê gotûbêjan e ji bo çareserkirina kêşeyên ligel hikûmeta federalî û bi ti awayî Hikûmeta Herêmê dest ji mafên xwe yên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernade.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku şanda danûstankar a Hikûmeta Herêmê hemû hewl û şiyana xwe bi kar aniye ji bo gihiştina rêkeftinê ligel hikûmeta federalî û bi awayekî berdewam rijd bûye li ser mafên rewa yên xelkê Herêma Kurdistanê.

Di civînê de pêvajoya gotûbêjên Hikûmeta Herêmê ligel Hikûmeta Federalî hatiye gotûbêjkirin, herwiha şanda Herêma Kurdistanê di her demekê de pêwîst bibîne, amade ye serdana Bexdayê bike.