BasNews- Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Silêmaniyê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û Gulanê peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê her du Şoreşên Eylûl û Gulanê û kesayetiyê diyarê Silêmanî û Pênciwên (Mîrza Refîq) gihîşt me.
Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî we yên birêz û tevahiya xizm û kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.