Tirkiye- 153 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 153 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 153 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 713 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha  153 kesan jî bi virûsa Koronayê mirine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 161 hezar û 125 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 6 hezar û 713 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 153 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 254 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 453,535 kesan û 12,511 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 377,891 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 406 hezar û 742 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.