Cehfer Şêx Mistefa: Pêwîste wek Şingalê rêkeftinek jî bo Xaneqînê çêbe Cehfer Şêx Mistefa: Pêwîste wek Şingalê rêkeftinek jî bo Xaneqînê çêbe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Cehfer Şêx Mistefa: Pêwîste wek Şingalê rêkeftinek jî bo Xaneqînê çêbe

Diyarî Ehmed

BasNews – Berpirsê baskê PDKê yê Xaneqînê behsa ereb kirin û dagirkirina erdên cotkarên kurd ji aliyê erebên piştre anîne û rewşa ewlehiya navçeya Xaneqînê dike û aşkera kir pêwîste di qonaxa duyem de wek rêkeftina Şingalê, rêkeftinek jî bo sînorê Xaneqînê û derdora wê bê kirin.

Berpirsê baskê Xaneqînê yê PDKê Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa ewlehiya sînorê Xaneqînê her xirabe û erebên piştre anîne dest bi kirîna mulk û mal dikin li qeza Xaneqînê û nahyeyên derdora wê. Bi taybet ew cotkarên kurd ku naha mijûlê kiştûkaliyê ne û derfetên wan ên madî kême û em jî nikarin tiştekî bo wan bikin, erdê xwe yê kiştûkaliyê difroşine erebên piştre anîne û ev yek pir metirsîdare.’’

Herwaha got: ‘’Ji aliyeke din ve îstixbarata artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî bi bahaneyên cuda cuda ve ew hemwelatiyên kurd ên nav xelkê de çalak û diyarin digre û rojên borî de 11 kes girtin ku yek ji wan mamostayê olî bû. Herwaha şeva borî 22.11.2020ê li Xaneqînê 4 ciwanên din bi bahaneyên cuda cuda ve girtin û ew kesane jîr û çavnetirsin ji Heşdî Şeibî, ji ber wê dosyayan ser wan çêdikin.’’

Wî berpirsê PDKê got: ‘’Derbarê erdê kiştûkalî de em li gel hikûmeta Iraqê rastî pirsgirêkeke mezin hatine. Ji ber naha aliyên leşkerî û hikûmet piştevaniya erebên hawirde ango piştre anîne dikin. Xelkê me jî çek bi dest nîne û ew jî têne ser erdê kiştûkaliya kurdan û dagir dikin. Herwaha parêzgerê Diyala û rêveberê kiştûkaliya Diyala jî piştevaniya erebên piştre hatine dikin.’’

Cehfer Şêx Mistefa got: Heşdî Şeibî bi navê DAIŞê kiryarên tundiyê pêktine û bombeyan datine û xelkê şehîd û birîndar dike. Ev yek bo tirsandina xelkê ye ku cotkarên kurd navçeyên xwe vala bikin û êdî rewşa sînorê Xaneqînê wisa ye. Naha piştî Şingalê bo asayî kirina rewşê di navbera herdu hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftinek hate kirin. Pêwîste bo qonaxa duye jî dora Xaneqînê be û rêkeftineke wek Şingalê bo bê kirin û dawî bi destdirêjiyên Heşdî Şeibî bê û rewşa navçeyê ber bi baştirbûnê ve biçe.’’