Navenda Revenda Kurd li Swêdê hate damezrandin Navenda Revenda Kurd li Swêdê hate damezrandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Navenda Revenda Kurd li Swêdê hate damezrandin

BasNews - Di roja 21.11.2020an de li Stockholma paytexta welatê Swêdê jî Navenda Revenda Kurd hate damezrandin.

Ev demek e ku xebatên ji bo damezrandina Navenda Revenda Kurd li hin welatên Ewrûpa dihate meşandin. Piştî Almanya, Belçîka, Hollanda û Finlandiya û Avusturya û Fransa di 21/11/2020an de li Swêdê jî Navend hate damezrandin.

Ji ber sedema Covid 19 hejmara beşdarvanan bi sînor bû lê gelek kesên naskirî û kêrhatî/kompetent ji civaka Kurd û nûnerên ji rêxistinên cûda beşdariya konfransa damezrandina Navendê kirin.

Civîn bi sirûda Ey reqîb destpê kir û ji bo giyanên şehîdan û Parêzgerê Hewlerê nemir Firset Sofî, deqeyek bêdengî ve rêz hat girtin . Bi beşdariya birêz Tahir Hewramî, berpirsiyarê dosyaya Kurdên Dîasporayê li Baregeha Barzanî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Bextiyar Berdman û Federasyonên Komeleyên Kurdistanî li Swêdê û nûnerên Navenda Revenda Kurd li Almanya û Finlandiya û rêxistinên federasyonên jin û akademîsyenên Kurd yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên xwuşk û birayên me yên Êzidî, Navenda Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hunermendê navdar Öz Nûjen wek mêvan beşdar bûn.

Di konfransa damezrandina Navendê de Birêz Tahir Hewramî, axaftineke kurt kir. Piştî pêşkêşkirina struktura Navendê û armancên Navenda Revenda Kurd, dîtin û pêşniyarên beşdarên konfranse hate wergirtin. Piştî guftûgoyan ji bo Kongreya Asayî ya dahatî endamên Komîteya Birêvebir ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên Rûsyayê û Êzidiyan hatin destnîşankirin. KB ji 11 kesan pêk hat û ew dê li gor pêşniyar û dîtinên beşdaran li ser destûrê bixebite. Komîteya Birêvebir, heta kongere dahatî wê kar di nav xwe de parve bike û li gor armancên xwe dest bi çalakiyên xwe bike. Konfrans bi atmosfereke germ, dilsozî, yekrêzî û bi helwesteke Kurdistanî bi dawî hat.

Navenda Revenda Kurd li Swêdê