Babekir Zêbarî: Alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge dê zêde bibin Babekir Zêbarî: Alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge dê zêde bibin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Babekir Zêbarî: Alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge dê zêde bibin

BasNews – Şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê yê karûbarên leşkerî dibêje, hikûmeta herêma Kurdistanê û Amerîka û hêzên hevpeyman hemahengiyeke baş di navbera wan de heye û biryare alîkariyên bo Pêşmerge bên zêde kirin.

Şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê yê karûbarên leşkerî Babekir Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, vekêşîna Amerîkayê ji Iraqê di rêjeyekî bilind de bandorê li ser Kurdistanê nake, ji ber hemahengiya bihêz di navbera Pêşmerge û wan de heye di asta hêzên esmanî de, derveyî wê jî ji aliyê îstixbarat û ewlehiyê de, ku herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman xwedî hemahengiyeke baş in.

Babekir Zêbarî got, perwerde kirina Pêşmerge û alîkariyên ji bo Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve bûye pirseke stratejîk û raporta wan heye, ku ‘’Ev yek jî hatiye behs kirin ku metirsiya DAIŞê heye û ew ji vê derê naçin ji aliyê esmanî û bejayî ve li gel me ne û biryare alîkariyên leşkerî jî bên zêde kirin.’’