Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Em bi du şêwazan xwe bo pêla sêyem ya Koronayê amade dikin Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Em bi du şêwazan xwe bo pêla sêyem ya Koronayê amade dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Em bi du şêwazan xwe bo pêla sêyem ya Koronayê amade dikin

BasNews – Berpirsekî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, ew bi du şêwazan xwe bo pêla sêyem ya Koronayê amade dikin.

Berpirsê giştî yê dîwana wezareta tenduristiya Kurdistanê, dr. Xalis Qadir di press konferansekê de ragihand, çend tişt bûne sebeba kêmbûna hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê. Yek ji wan sebeban, tedbîrên tund yên xweparastinê û girtina dibistanan e. helbet welatî jî şîretên tenduristiyê bi awayekî baş bicîh tînin.

Dr. Xalis Qadir her wiha got, li gorî texmînan pêla sêyem ya Koronayê jî di rê de ye. Ji ber wê jî me bi du şêwazan xwe bo vê yekê amade kiriye. Ya yekem, tedbîr û şîretên tund box we parastinê, ya din jî bikaranîna vaksîna Koronayê ye, helbet eger zû bigihê destê me.