Pisporekî serbazî: PKK çavnebariyê li Herêma Kurdistanê dike Pisporekî serbazî: PKK çavnebariyê li Herêma Kurdistanê dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pisporekî serbazî: PKK çavnebariyê li Herêma Kurdistanê dike

BasNews – Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, PKK li Bakûr rastî şikestinê hatiye loma arîşeyan ji Başûr re çêdike.

Fermandeyê Pêşmerge û pisporê serbazî, Mihemed Hemewendî li ser xirabkariyên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê ji BasNewsê re got, PKK ji ber xebat û çalakiyên xwe behaneyan dide Tirkiyê da ku gund û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bordûman bike.

Mihemed Hemewendî her wiha got, bê guman ji ber çalakiyên PKKê Herêma Kurdistanê ketiye nav tengasî û metirsiyê. PKK ti carî rewş û şertên Herêma Kurdistanê li ber çav negirtiye û her dem bûye metirsî li ser aramî û aboriya Herêma Kurdistanê.

Wî pisporê serbazî anî ziman jî, PKK li Bakûrê Kurdistanê, ku meydana şer û xebata wê ye, rastî şikestinê hatiye loma arîşeyan ji Başûr re çêdike. PKK ajandaya dijminan bicîh tîne.

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku heta niha PKKê nekariye bihustek ji xaka Bakûr rizgar bike û got, ji ber wê jî ew karên ku PKK dike, dikevin xizmeta neyarên Kurdistanê. Bi rastî tiştekî sosret e ku hêzeka kurdî çavnebariyê bike û tehemula wê yekê nebe ku beşeka Kurdistanê xwedan hikûmet û parlementoya xwe be.