Rukiye Mistefa
BasNews - Li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê grubeke çekdar ketin mizgeftekî û 5 kes kuştin, 40 kes jî revandin.
Hat ragehandin êrîş ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi motosîkletan ve pêkhat.
Li gor çapemeniya netewî ya Nîjeryayê di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 kes jî hatine revandin.
Hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn hat destpê kirin.
Eyaleta Zamfara 4 sale di navbera Fulanî yên ajaldariyê dikin û hin qebîleyên cotkariyê dikin de dibe qada şer û pevçûnan.