PSKê pîrozbahî li Babê Şêx kir PSKê pîrozbahî li Babê Şêx kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

PSKê pîrozbahî li Babê Şêx kir

BasNews- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Baba Şêx kir.

Peyama PSKê wiha ye:
Em piştrast in Babe Şêxê nû destnişankirî jî di xizmeta gelê xwe da be.

Meclîsa Ruhaniya Êzidî Şêx Elî Elyas Hecî Nasirê wekî Babe Şêx li şûna Babê Şexê kirasguhartî Xertu Hecî Îsmaîl destnişan kir û Şêx Elî Elyas paş merasîmek dest bi cî be cî kirina erkê xwe kir.

Bêguman karên gelek pîroz û girîng li benda Babeşêx Şêx Elî Elyasê ne.

Lê em piştrast in, ku Baba Şêx, Şêx Elî Elyas wekî babeşexê berê xizmet bo pêkvejiyan li Kurdistana Başurê û bi dest xistina mafên reva yên birayên me êzdî bike.

Em pîrozbayiya xwe pêşkeşê Babe Şêx, Şex Elî Elyas dikin û serketina wî dixwazin û carekî dinê radigihînin, ku partiya me bê qeyd û şert piştgiriya xebat û hewla bîrayên xwe êzdî bike bo bi dest xistina mafên xwe yên dagirkirî.